Li Xelat a Bedlîsê bajarekî dîroka wê digihe 5 hezar salan hat dîtin

02 September 2021 21:00 0 dîtin
Li Xelat a Bedlîsê bajarekî dîroka wê digihe 5 hezar salan hat dîtin

PeyamaKurd – Li navçeya Xelatê ya bajarê Bedlîsê yê Bakurê Kurdistanê, di encama vekolînên arkeolojîk yên li herêmê têne kirin de, bajarekî ku dîroka wê digihe 5 hezar salan hat dîtin.

Hat ragihandin ku di encama xebatên kolandinê yên li ‘Bajarê Xelata Kevnar’ avahî û berhemên ku dîroka wan digihe heta 5 hezar sal berê hatine dîtin ku roniyê didin dîrokê.

Hat diyarkirin ku xebatên vekolandinê li devera Xirbeşarê ya Xelatê, bi kordîneya Wezareta Çand û Turîzmê ya Tirkiyê kirin û bi seroktiya mamosteyê beşa Dîroka Hunerê ya Zanîngeha Yuzunciyilê Dr. Mehmet Kulaz ve berdewam dikin.