Li Xelat a Bedlîsê nistîngeheke dîrokî hate vedîtin
PeyamaKurd – Di encama kolanên l Keleha Navîn a navçeya Xelatê ya Bedlîsê de, niştîngeheke dîroka wê digehe Serdema Tuncê hate vedîtin.
Mamosteyê Zanîngeha Wanê Dr. Mehmet Kulaz derbarê vedîtina wê niştîngehê de ragihand ku xebatên wan ên di Keleha Navîn de bi destûra Wezareta Çand û Turîzmê dewam dikin û diyar kir, wan di pişt dîwarên serdema Selçûkiyan de ku digihe qirna 12an, parçeyên niştîngeha Serdema Tuncê dîtine.
Kulaz daye zanîn ku Selçûkiyan li ser bermayiyên wê niştîngehê Keleha Navîn ava kiriye û ew niha hewl didin parçeyên din ên zirar nedîtine jî derxin ser rûyê erdê.
Tîma xebata ya vekolînê daye xuyakirin ku parçeyên Serdema Qirna Tuncê ya destpêkê hatine dîtin ku bêhtir ji qafikan pêk tên.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin