Firat Cewerî sayanî Xelata Ostanayê hate dîtin

27 May 2024 14:28 0 dîtin
Firat Cewerî sayanî Xelata Ostanayê hate dîtin

PeyamaKurd - Nivîskarê Kurd Firat Cewerî şayanî “Xelata Navneteweyî ya Ostanayê” ya 2024an a wêjeyê hate dîtin.

“Xelata Navnetewî ya Ostanayê” xelatdariyeke ku bi hemû zimanên sereke yên cîhanê xebatan li dar dixe û dişopîne û her sal nivîskarên zimanê zikmakî yên ji çar aliyên cîhanê li Ostanayê dicivîne.

Xelata wêjeyî ya navneteweyî ya bi navê "Il Premio Ostana, Scrittura in Lingua Madre" ku îsal cara 17emîn li bajarê Torîno yê Îtalyayê tê lidarxistin, "Xelata Mezin a Navneteweyî ya Ostana" (Il Premio Internazionale) şayanî nivîskarê kurd Firat Cewerî dît.

Malpera 'Premio Ostanayê' di derbarê şayanîdîtina Firat Cewerî ya vê xelatê de wiha nivîsî:

“Firat Cewerî, ji ber dilsozî û biryardariya xwe ya ji bo pêşxistina bikaranîna dewlemedniya zimanê xwe Kurdî, bi taybetî zaraveya wê ya Kurmancî Xelata Navnetewî ya Ostanayê ya 2024an werdigire. Ji ber ku di çarçoveyeke dîrokî, çandî û siyasî de ji hewldana tunekirina ji aliyê hêzên desthilatdar ve, bi nasnameya xwe ya takekesî û kollektîf parastina zimanê xwe dike, Cewerî şayanî vê xelatê tê dîtin.

Firat Cewerî hemû xebat û dilsoziya xwe daye zimanê xwe, bi nivîsandin û weşandina helbest, kurteçîrok û romanên bi kurdî, li ser wergerandina wêjeya cîhanê ji bo Kurdî û bi xîret ji bo pêşxistina weşangeriya Kurdî xebitiye.

Pirtûkên wergerandine Tirkî, Swêdî, Farisî, Erebî û Îtalî.

Xwedîderketina wî ya ji bo nivîsandina helbestên bi Kurdî, ew ji welatê wî dûr xist.

Wê demê li Tirkiyeyê nivîsandina bi Kurdî bi tundî qedexe bû, lê belê li Swêdê civateke jîndar a ji rewşenbîrên Kurd ên mişextî pêk hatibû hebû.

Lê belê Firat Cewerî di dema mişextiyê de jî dev ji xema gelê Kurd berneda û her tim ji bo pêşxistina zanîna wan a li ser ziman û wêöeya xwe bû alîkar.”