Konsûlxaneya Swêd a Stenbolê ji bo wergera Firat Cewerî sevek çêkir

29 November 2018 20:07 0 dîtin
Konsûlxaneya Swêd a Stenbolê ji bo wergera Firat Cewerî sevek çêkir

PeyamaKurd - Konsûlxaneya Swêd a Stenbolê bi minasebeta wergera Kurdî ya berhema nivîskarê Swêdî Par Lagerkvistî ya bi navê ‘Barabbas’ doh 28ê Mijdarê şeveke danasînê çêkir.

Di şeva danasînê de neviya nivîskar Pär Lagerkvistî lîstikvan Hedvig Lagerkvist, wergêrê pirtûkê Firat Cewerî û hejmarek hunermend, nivîskar û rojnamevanên Kurd beşdarî kirin.

Nivîskar Firat Cewerî di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya wergerê û dewlemendiya kurdî û got, ‘Kurdî ji zimanê xelkê ne çêtir be jî ne kêmî yê wan e. Bi rêya wergera ji edebiyata dinyayê zimanê me bêhtir dikemile û  dibe şirîkê zimanên dinyayê.’

Di şevê de hunermenda Kurd Rewşan Çelîker û koma xwe pêşkeşiyeke muzîkê kirin.

Pirtûka ‘Barabbas’ a xelatgirê nobela edebiyatê ya nivîskarê Swêdî Pär Lagerkvist (1891-1974) heta niha bi gelek zimanên cîhanê hatiye çapkirin û îsal jî bi wergera Kurdî ya nivîskarê Kurd Firat Cewerî di nav weşanên Avestayê de derket.