Li Xezzeyê agirbesta însanî bi dawî bû: Pevçûn dîsa destpê kirin
PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê ragihand, agirbesta însanî ya ku ev hefteyek bû li Şerîda Xezzeyê dewam dikir bi dawî bû û dîsa dest bi êrîşan kir.
Agirbesta însanî ya ku di çarçoveya lihevkirina Îsraîl û Hamasê de roja Înê 24ê Mijdarê saet di 08:00 de ket meriyetê, îro danê sibê bi dawî bû.
Di daxuyanîya ku ji teref Artêşa Îsraîlê ve hat dayîn de hat gotin, "Artêşa Îsraîlê li Şerîda Xezzeyê li dijî Hamasê dîsa dest bi operasyonê kir."
Li aliyê din di daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî ya li Xezeyê da hat diyarkirin ku piştî ku agirbest bi dawî bû balafirên şer ên Îsraîlê li ser Xezzeyê dest bi firînê kirin.
Agirbesta mirovî ya di navbera Hamas û Îsraîlê de du caran hat dirêjkirin û di vê heyamê de nêzî 100 Îsraîlî û 200 Filistînî hatin berdan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin