Li Xurmatû otomobîla Hesda Seibî hat teqandin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro Duşemê li navçeya Pelkane ya nêzîkî navçeya Xurmatû ya Kerkûkê, bombeyeke çandî di otomobîleke hêzên Heşda Şeibî de hat teqandin.
Li gorî ragihandina Rêveberê polîsê nehyeya Silêman Beg a ser bi navçeya Xurmatûyê Mehdî Hesen bûyer îro piştî nîvro li navçeya Pelkane ya nêzîkî nehiya Silêman Beg a Xurmatû rû daye û bombeyekî çandî bi hêzeke hevbeş a polîsê petrol û gazê û çekdarên Heşdî Şeibî de teqiyaye.
Hat diyarkirin ku di encama wê teqînê de çekdarekî Heşdî Şeibî û polîsekî neft û gazê yê ser saziya nefta Selahedînê jiyana xwe ji dest dan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin