Berpirsekî Hesda Seibî di otomobîla polîsên Iraqê de hat kustin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku yek ji berpirsê koma Seraya Selam a bi ser Heşda Şeibî ve Nuseyr Ebu Drî Muhammedawî, dema ji aliyê polîsên Iraqê ve hat binçavkirin, ji aliyê hin kesên nenas ve gule bi serê wî de hat teqandin û kuştin.
Li gorî zanyariyên ewlehiyê, bûyer li taxa Risale ya Bexdayê dema karûbarên binçavkirinê yên polîsên iraqî di otomobîla polîsan de rû daye.
Hat diyarkirin ku dema Muhammedawî li otomobîla polîsan tê siwarkirin, hin kesên nenas gule berdane serê wî û di encama wê êrîşê de jî can daye.
Hîn derbarê bûyerê de daxuyaniyeke fermî nehatiye belavkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin