Li Yunanîstanê pirek hilwesiya: Mirî û birîndar hene

23 July 2023 18:00 0 dîtin
Li Yunanîstanê pirek hilwesiya: Mirî û birîndar hene

PeyamaKurd- Di nûçeya saziya Radyo û Televîzyonê ya Yunanîstanê ERTê de hat ragihandin ku li bajarê Patra yê Yunanîstanê pirek bi awayê qismî hilweşiya û di encama vê bûyerê de mirî û birîndar çêbûne.

Di hûrgiliyên nûçeya ERTê de hat destnîşankirin ku di encama hilweşîna qismî ya pira 167 metre dirêj a li herêma Proastio ya li ser rêya Atînayê de karkerek jiyana xwe ji dest da û 4 karker jî birîndar bûn.

Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku hin kes di bin xirbeyan de ne û ji bo rizgarkirina wan, xebatên rizgarkirinê berdewam dikin.

Her wiha hat zanîn ku birîndar li Nexweşxaneya Patrayê tên dermankirin û di derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.