Li Batmanê însaata mizgeftê hilwesiya: 1 mirî û 19 birîndar hene
PeyamaKurd – Li bajarê Batmanê li taxa Esentepe di nav Kulliya Necat Nasıroğlu de îskela mizgeftekî hilweşiya û di encamê de kesekî mir û 19 kes birîndar bûn. Li ser qezayê tîmên polîsan, tenduristiyê, îtfaiye û UMKe yê çûn ciyê bûyerê.
Di ketina îskela mizgeftê de 20 karker birîndar bûn. Tîmên 112 ê birîndaran birin nexweşxanên cuda lê yek ji birîndaran li nexweşxanê can da. 2 karkerên ku di îskelê de asê mabûn, îtfaiya Batmanê wan rizgar kir.
Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê dixebitin da kesên di îskelê demabin wan rizgar bikin. Li ser bûyerê rêvebirên bajêr çûn ciyê bûyerê û ji pêwendîdaran agahiyan sitendin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin