Erdhej: Li Meletî û Meresê, avahî hilwesiyan, mirî hene!

27 February 2023 17:00 0 dîtin
Erdhej: Li Meletî û Meresê, avahî hilwesiyan, mirî hene!

PeyamaKurd-  Di erdheja ku îro li Meletiyê çêbû de hat diyarkirin ku Taxa Karaziyaret a navçeya Dulkadiroğlu ya Mereşê ku karesata erdhejê lê pêk hat, kargehek hilweşiya û li Meletiyê jî avahî hilweşiyan.

Piştî erdheja ku li Yeşîlyurta navçeya Meletiyê bi pileya 5,6 çêbû, Şaredarê Yeşîlyurtê Mehmet Çinar diyar kir ku hin avahî hilweşiyan.

Li aliyê din rêveberên AFADê da zanîn ku "avahîyên hilweşiyayî hene û wan tîmên lêgerîn û rizgarkirinê şandin herêmê û dest bi xebatê kirin.

Li Mereşê, kargeh hilweşiya!

Hat diyarkirin ku li Taxa Karaziyaret a navçeya Dulkadiroğlu ya Mereşê ku karesata erdhejê lê pêk hat, dema karker ketibûn kargeheke metalê ya xerabûyî û xwestin kel û pelên rojane yên wekî firaqan derxin, hilweşîn pêk hat.

Li gorî tespîtên destpêkê yên ji aliyê Serokê AFADê Yunus Sezer ve hatin ragihandin, di encama erdheja îro de kesekî jiyana xwe ji dest daye û 69 kes jî birîndar bûne.