ERDHEJ | Li Meletiyê 140 avahî hilwesiyan, 23 kesan can dan

06 February 2023 12:00 0 dîtin
ERDHEJ | Li Meletiyê 140 avahî hilwesiyan, 23 kesan can dan

PeyamaKurd – Parêzgarê Meletiyê Hulusî Şahîn diyar kir, di erdheja li bajêr de heta niha 23 kesan jiyana xwe ji dest dane, 420 kes birîndar bûne, 140 avahî hilweşiyane.

Li navçeya Pazarcika Mereşê bi hêza 7,4 erdhejek pêk hat. Erdhej li gelek bajaran hat hîskirin.

Parêzgarê Meletiyê Hulusî Şahîn ragihand, di erdheja li bajêr de heta niha 23 kesan jiyana xwe ji dest dane, 420 kes birîndar bûne û 140 avahî hilweşiyane.

Piştî erdhejê li gelek deverên navenda bajêr gelek avahî hilweşiyan.

AFAD û ekîbên agirkujiyê ji bo xilaskirina kesên sax dest bi xebatê dikin, welatî li cihên ku ekîb têrê nakin bi derfetên xwe birîndaran xelas dikin.

Hat ragihandin ku heta niha gelek welatiyên birîndar hatine rizgarkirin û welatiyên Meletiyê yên ku nikarin têkevin malên xwe şeva xwe li derve derbas kirine.