Li Yunanîstanê, sîna neteweyî hat ragihandin

15 June 2023 14:30 0 dîtin
Li Yunanîstanê, sîna neteweyî hat ragihandin

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, ji ber ku 79 koçberên neqanûnî di keştiya masîgiran a ku li peravên Peloponnesê bin av bû de can dan, şîna neteweyî hat ragihandin.

Piştî bûyera ku li avên navneteweyî li peravên Navarin a Peloponnesê çêbû û heta niha 79 kesan can dan, biryar hat dayîn ku li welêt 3 roj şîna neteweyî were ragihandin.

Li ser biryarê, ji aliyê Serokwezîrtiya Yunanîstanê ve daxuyanî hat dayîn û wiha hat gotin:

"Ji bo kesên ku di bûyera trajîk a ku li rojavayê Yunanîstanê li avên navneteweyî pêk hat de 3 roj şîna neteweyî hat îlankirin.”

 Fikar heye ku mirî zêdetir bin

Li gorî hat diyarkirin, zêdetirî 100 koçberên rizgarkirî ber bi Bendera Kalamata ve tên veguhestin û pispor bi fikar in ku hejmara miriyan zêde bibe.