Li Zanîngeha Artûklûyê ya Mêrdînê, xwendina doktoraya Kurdî dest pê dike
PeyamaKurd-Li Mêrdîna Bakurê Kurdistanê, li Zanîngeha Artûklûyê ya Mêrdînê; li beşa ku Ziman û Wêjeya Kurdî hatiye vekirin, xwendina doktorayê dest pê dike. Saziya Xwendina Bilind a Tirkiyeyê li ser daxwaza mamosteyên Zanîngeha Artûklûyê ev biryar da û êdî xwendekar dikarin li ser vê biryarê doktoraya Kurdî bixwînin.
Li Zanîngeha Artûklûyê ya Mêrdînê, ji sala 2011an ve Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî hatiye vekirin û li vê beşê mamosteyên Ziman û Zaravayên Kurdî hatin perwerdekirin. Herî dawî Saziya Xwendina Bilind a Tirkiyeyê, li ser daxwaza mamosteyan biryar da ku xwendekar bikaribin doktorayê li vê zanîngehê bixwînin.
Li zanîngehên Diyarbekir û Çewligê yên Bakurê Kurdistanê, xwendina doktoraya bi Kurdî hebû. Bi vê biryara hat dayîn re ev bû zanîngeha 3yemîn ku xwendekar û akademîsyenên Zimanê Kurdî, doktorayê bixwînin. Hat ragihandin ku dê herî kêm 3 xwendekarên derveyî welêt jî bikaribin li vê zanîngehê doktoraya bi Kurdî bixwînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin