Zanîngeha Kerkûkê xelata ‘Oscara Xwendina Bilind’ wergirt

02 May 2019 17:04 0 dîtin
Zanîngeha Kerkûkê xelata ‘Oscara Xwendina Bilind’ wergirt

PeyamaKurd - Zanîngeha Kerkûkê li hember wergirtina xwendevanên zanîngehên din ên ji ber şer koçber bûne xelata baştirîn zanîngeha Asyayê ya 2019ê wergirt.

Kovara Times a taybet bi xwendina bilind ku li Londonê tê weşandin lîsteya baştirîn zanîngehên parzemîna Asyayê bo sala 2019an eşkere kir ku navê wê “Oscara Xwendina Bilind” e û di nava wê lîsteyê de 5 zanîngeh di 5 warên cuda de hatine hilbijartin.

Kovara Times ragihand, Zanîngeha Kerkûkê xelata bi warê “Piştevaniya Xwendevanan” wergirtiye û ew jî ji ber wergirtina bi dehan xwendevanên zanîngehên dinyên Iraqê ku ji ber şerê DAIŞê koçber bûne.

Sernivîskarê Kovara Times bo xwendina bilind diyar kir, çend zanîngehên welatên Çîn, Sengapur, Koreya Başûr, Filipin weke baştirîn zanîngeh li ser astê cîhanê têne naskirin.