Li Kerkûkê zimanê Kurdî ji bernameya xwendina pola 12an hat derxistin

28 January 2021 14:58 0 dîtin
Li Kerkûkê zimanê Kurdî ji bernameya xwendina pola 12an hat derxistin

PeyamaKurd – Li Kerkûkê, Wezareta Perwerdeyê ya Iraqê, bêyî vegera bo Rêveberiya Xwendina Kurdî ya Kerkûk, dersa zimanê Kurdî ji bernameya xwendina îsal ya pola 12an ya amadehiyê derxist. Bi vê biryarê xwendekar û mamosteyên Kurdî dilgiran bûn û  biryarê weke planeke metirsîdar li dijî Kurd û zimanê Kurdî bi nav dikin.

Di derbarê wê biryarê de mamosteya Kerkûkî Meryem Elî ji K24ê re diyar kiriye: “Em wek mamosteyên zimanê Kurdî, ji vê biryarê ne razî ne. Piraniya xwendekaran dema ji lîseyê derdiçin, diçin beşa zimanê Kurdî, ew ji zimanê resen û zimanê me yê dayikê hez dikin."

Xwendekara Kurdî Evîn Mewcûd dide zanîn: “Nabe xwendina zimanê Kurdî were rakirin, ji ber ku ew zimanê dayikê ye.” Xwendekareke din ya bi navê Hebîbe Ehmed diyar dike, ku ev stemeke mezin û karekî dijminane ye li hember Kurdan û dibêje: “Hêvîdar in, Rêveberiya Perwerdeyê wê biryarê qebûl neke”

Li Kerkûkê, ji ber belavbûna vîrûsa Koronayê, dewama xwendekaran di hefteyê de tenê ji bo rojekê hatiye kêmkirin. Dersên pola 12an ên amadehiyê yên zimanê Erebî û Tirkmenî, zêdetir ji nîvî hatine kêmkirin. Lê li berovajî daxwaza xwendekar û mamosteyên Kurdî, Wezareta Perwerdeyê ya Iraqê tenê zimanê Kurdî rakiriye.

Armanca vê biryara rakirina zimanê Kurdî, lawazkirina xwendina Kurdî û daxistina asta xwendekarên Kurd e, ji ber ku salane xwendekarên Kurd pileyên yekem di ser xwendekarên Ereb û Tirkmen re bidest dixin.

Herwiha Rêveberê Rêveberiya Xwendina Kurdî li Kerkûkê mamoste Şêrzad Reşîd Kake destnîşan dike: “Bi nerîna min, ev yek ji bo xwendina Kurdî pirsgirêk e, da ku li ber çavên şêniyên Kerkûkê îsbat bikin ku perwerdeya Kurdî bi pirsgirêk e û rewş çareser nabe û xelkê ji xwendina Kurdî dûr bixin. Di heman demê de, xwendina Kurdî take sembol e ku hizra netewî li wî bajêr parastiye. Hêvîdar im ku Wezîrê Perwerdeyê were ser xetê"

Xwendina Kurdî li Kerkûkê 500 dibistan û baxên zarokan derbas kiriye. Zêdetirî 100 hezar xwendekar û nêzî 8 hezar mamoste û karmendên wê hene. Tevî dijayetî û hewlên zêde yên neyaran, bi hevkarî û piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezaretê, xwendina Kurdî kariye zindî bimîne.