Li Zanîngeha Selahedîn besa Endezyariya Balafirvaniyê vedibe

16 August 2020 23:42 0 dîtin
Li Zanîngeha Selahedîn besa Endezyariya Balafirvaniyê vedibe

PeyamaKurd - Serokatiya Zanîngeha Selahedîn biryar da ku beşa zanistî ya Endezyariya Balafirvaniyê li Fakulteya Endezyariyê were vekirin.

Zanîngeha Selahedîn bi nivîseke ku îmzeya Serokê Zanîngehê li ser e ragihand: “Li gor desthilata ku ji me re hatiye dayîn, me biryar da, di fakulteya me ya endezyariyê de, ji bo sala perwerdehiyê ya 2020-2021ê, bi hevbeşiya Zanîngeha National Aviation a Ukraynayê, Beşa Zanistî ya Endezyariya Firokevaniyê (Aviation Engineering) were vekirin.”

Serokê Zanîngeha Selahedîn eşkere kir: “Du salên ewil ên perwerdehiyê dê li Zanîngeha Selahedîn bibe û du salên duyem jî li Zanîngeha National Aviation a Ukraynayê dê were xwendin.”