Li Zîqar a Iraqê xwepêsandanan dîsa dest pê kir

26 February 2021 20:29 0 dîtin
Li Zîqar a Iraqê xwepêsandanan dîsa dest pê kir

PeyamaKurd – Li gorî zanyariyan, îro Înê li parêzgeha Zîqar a Iraqê xwepêşandanên protestokirina hikûmetê dîsa dest pê kirin.

Medya Iraqê ragihandiye ku li navenda Zîqarê Nasiriyê ji nû ve xwepêşandanan dest pê kiriye.

Hat diyarkirin ku hêzên ewlekariyê li ser Pireya Nasir bend li ber xwepêşanderan danîna û rê li ber wan girtine.