Lîderên Ewrûpayê li ser Trump û Ûkraynayê li Parîsê zîrweyekî lidardixin
PeyamaKurd – Serokê Fransayê Emmanuel Macron li ser mijara Trump û Ûkraynayê di 17ê Sibatê de li Parîsê bi lîderên Yekîtiya Ewrûpayê re zîrweyekî lezgîn lidardixe. Wezîrê karên derve yê Polonyayê Radoslav Sikorski balê kişand ser girîngiya zîrwê.
Li gor dezgeya medyayê ya bi navê Politicoyê; wezîrê karên derve yê Polonyayê Radoslav Sikorski, di konferansa ewlehiyê ya Munihê de daxwuyanî daye û gotiye:
“Ez gelek kêfxweşim ku serokê Fransayê Macron serokê me dawet kiriye Parîsê.”
Sikorski got ku mijarên lîderên Ewrûpayê bînin rojeva zîrwê gelek girîngin. Zîrwe bi xwe heya niha zelal nîne lê wê temamê lîderên endamên welat ên YE yê herin zîrwê an hinek ji wan herin ne zelale.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin