Lîsta Trump ya 43 welatan ya qedexeya çûna DYAyê daket ser çapemeniyê
PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump lîstekî welatan amade kiriye ku hemwelatiyên wan dê nikaribin herin DYAyê. Di reşnivîsa lîsta wezareta karên derve de, 11 welat bi temamî dê nikaribin herin DYAyê ku di nav wan de dewletên wekî Afganistan, Kuba û Îranê hene. Di lîsta turunç de welatên wekî Rûsya û Belasrusê hene ku dê karibin di şertên taybet de herin DYAyê.
Di lîsta sor de 11 welat hene ku kes ji hemwelatiyên wan dê niaribin herin DYAyê. Niha lîsta turunç û zer jî amade kirine.
-Di lîsta sor de; Afganistan, Butan, Kuba, Îran, Lîbya, Kore ya Bakûr, Somalî, Sûdan, Sûriye, Venezuela û Yemen hene. Hemwelatiyên van welatan nikarin lingê xwe bavêjin DYAyê an ku Amerîkayê.
-Di lîsta tûrûnc de ev welat hene ku vîza wan bi tundî jhatiye kêmkirin:
Belarus, Eritre, Haiti, Laos, Myanmar, Pakistan, Rûsya, Sierra Leone, Sudan a Başûr, Turkmenistan.
-Lîsta zer: Welatên di vê lîstê de ne, li ser wan endîşe hene û divê di nav 60 rojan de ew endîşe çareser bibin. Ev welat jî ev in:
Angola, Antigua, Barbuda, Benin, Burkina Faso, Kamboçya, Kamerûn, Giravên Pozê Kesk, Çad, Komara Kongo, Komara Kongo ya Demokratîk, Dominika, Gine ya Ekvadorê, Gambiya, Liberya, Malavî, Malî, Moritanya, Kitts û Nevis, Lucia, São Tomé û Príncipe, Vanuatu û Zimbabve.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin