Lîstikvan Melisa Sozen ji ber rola lîstibû îfade da
PeyamaKurd – Melisa Sozen ji ber rola ku di sala 2015an de di rêzefilmeke Fransî de lîstibû, ji bo îfadeyê hatibû gazîkirin. Hat ragihandin ku Sozen nehatiye desteserkirin.
Li gorî nûçeya Haberturkê, lîstikvan Melisa Sozen ji ber ku di sezona sêyemîn a rêzefîlma Fransî "Le Bureau des Legends" de di sala 2015an de rola endama jin a YPJê lîstiye, ji bo îfadedayînê hat gazîkirin.
Hate hînbûn ku Melisa Sozen di îfadeya xwe de gotiye, "Min nizanibû ku cil û bergên ku min li xwe kiribûn sembola rêxistineke wiha ye. Min di wî fîlmî de rola ajantiyê dilîst. Rêzefîlm li Tirkiyeyê nehat weşandin, ez keseke ku ji welat û gelê xwe hez dikim."
Îdiaya ku Melisa Sozen hatiye desteserkirin hat redkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin