Lubnan: Îsraîl peymana agirbestê 'çend caran' binpê kir
PeyamaKurd – Lubnanê ragihand ku artêşa Îsraîlê di nava 2 rojan de "çend caran" peymana agirbestê ya ku sibeha 27ê Mijdarê ket meriyetê binpê kiriye.
Derbarê binpêkirinên Îsraîlê yên agirbestê de ji hesabê Xê yê artêşa Lubnanê daxuyanî hat dayîn.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştî peymana agirbestê ya di navbera Îsraîl û Lubnanê de ket meriyetê, artêşa Îsraîlê di 27 û 28ê Mijdarê de peymana agirbestê binpê kiribû.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Dijminê Îsraîl gelek caran peyman binpê kir û bi êrîşên hewayî û çekên curbecur xaka Lubnanê kir hedef."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin