Lubnan, ji bo peymana agirbesê dê heya roja Sêsemê bersivê bide
PeyamaKurd – Parlementerê meclisa Lubnanê Qasim Haşim, li ser peymana navbera Hîzbûllahê û Îsraîlê ku DYA amade kiribû û ji aliyê balyoza DYAyê ya Lubnanê de digabû ber destê serokê meclisa Lubnanê Nebih Berri, ragihand ku wê Lubnan heya roja Sêşemê bersivê bide.
Haşim got ku hukuemta Lubnanê di mijara biryara NY ya jimare 1701ê de hasase, divê li gor biryarê be û lihevkirin maye li ser bersiva Îsraîlê.
Li gor ragihandina ajansa fermî ya Lubnanê ya NNAê; Haşim ji bo medya cîh ya Lubnanê li ser reşbeleka agirbesa DYAyê daxwuyanî da. Haşim got:
“Bersiva Lubnanê herî dereng heya Duşem an Sêşemê dê bersiva peymanê bide. Wê piranî li ser tevgera azadiya Îsraîlê ya li ser axa Lubnanê û komîta kontrolê be ku dê gelek xal di nav wan de hebin.
Agirbes, wê li gor bersiva Îsraîlê be. Biryara NY ya 1701ê ji bo me girînge. Îsraîl dixwaze şertên xwe li ser me ferz bike da em tawîzan bidin wan lê serokê meclisa Lubnanê Nebih Berri ji bo parastina desthilata Lubnanê bi hûrayî li ser dosyayê radiweste û bi hezir tevdigere.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin