Lufthansayê ji bo seferên Hewlêrê biryareke nû da

07 August 2024 16:20 0 dîtin
Lufthansayê ji bo seferên Hewlêrê biryareke nû da

PeyamaKurd – Kompaniya Rêhewayê ya Almanî Lufthansa ku demek berê ji ber alozî û fikarên bo şerê Îran-Îsraîl û Lubnanê seferên xwe yên Tehran, Bexda, Eman, Tel Avîv û Beyrûdê rawestandibûn ji bo seferên Hewlêrê biryareke nû stand.

Lufthansayê ji ber fikarên ewlehiyê seferên Hewlêr û Emanê heta 7ê Tebaxê, seferên Tel Avîv, Tehran û Beyrûtê jî heta 12ê Tebaxê rawestandibûn.

Lufthansayê îro biryareke nû wergirt û rawestandina seferên Hewlêr û Bexdayê heta 13ê Tebaxê dirêj kir.

Hêjayî gotinê ye, piştî sûîqesta Îsmaîl Heniye ji ber îhtimala êrîşeke berfireh a Îranê bi ser Îsraîlê de û zêdebûna aloziyên li Rojhilata Navîn hejmarek kompaniyên Amerîka, Holanda, Hindistan, Brîtanya, Almanya, Swîsre, Îtalya, Yunanistan, Fransa û Polonyayê seferên balafirên ku diçin Îran, Lubnan û Îsraîlê rawestandibûn.