Macarîstan hate ser gotina Putin: Rûsya ji bo NATOyê ne gef e

19 December 2023 14:46 0 dîtin
Macarîstan hate ser gotina Putin: Rûsya ji bo NATOyê ne gef e

Peyama Kurd – Wezîrê Derve yê Macaristanê Peter Szijjarto got, “Ti hêz nikare rîzîkoya êrîşkirina mezintirîn hevpeymana parastinê bide ber çavan.”

Di hevpeyvîna xwe ya bi medyaya Frensî (LCI) Szijjarto anî ziman ku her êrîşeke li dijî NATOyê wê tîrên bertekên mezin li xwe vegerîne û ji ber vê yekê Rûsya, ji bo welatên endamên NATOyê yên bi wê re hevsînorin jî di nav de, bi giştî jî ji bo NATOyê gefeke giring nîne.”

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, çend roj berê di hevpeyvîneke xwe de gotibû, “Ji alîyên jeopolîtîk, aborî û leşkerî ve êrîşeke li dijî NATOyê, ne di bala Rûsyayê de ye.”m

Di raya giştî ya Ewropayê de piştî hişyariya Seroka Komîsyona Yekîtîya Ewropayê (YE) Ursula von der Leyen ku gotibû “Rûsya, ji bo welatên endam ên NATOyê gef e.” nîqaşên di derbarê vê babetê de zêde bûbûn.

Wezîrê Macar Szijjarto, li ser van nîqaşan, Maddeya 5emîn a hevpeymanîya NATOyê ku ‘Ger welatekî NATOyê rastî êrîşekê bibe; ev êrîş weke li hemû endaman hatiye kirin tê qebûlkirin’ bi bir xist û got:

“Ji xwe piranîya endamên YEyê di heman demê de endamên NATOyê ne. Ez bawer nakim ku Rûsya êrîşê li ti welatekî endamê NATO’yê bike. Hevpeymanîya ku Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê (DYA) serkêşîya wê dike, bihêztirîn hevpeymanîya asayîş û paraztinê ya cîhanê ye. Ez bawer nakim ku ne tenê Rûsya, ti welatên cîhanê dikaribe vê rîzîkoyê bide ber çavên wxe.”

Putin: NATO dizane ku planeke êrîşê ya Kremlînê tune ye

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin berîya çend rojan daxuyandibû ku mebesteke Rûsyayê ya êrîşeke li dijî NATOyê tune ye.

Putin, di hevpeyvîna xwe ya li gel rojnamegerê Rûs Pavel Zarubin de angaşt ku hevbendîya di bin serkêşîya DYAyê dizane ku planeke Kremlînê ya bi vî awayî tune ye. Putîn, daxuyanîya Serokê DYAyê Joe Biden ku gotibû “Rûsya di şerê Ûkraynayê de bi ser bikeve eger heye ku êrîş bike.” wek “tewş” pênase kir û domand:

“Ji alîyên jeopolîtîk, aborî û leşkerî ve êrîşeke li dij NATOyê, ne di bala Rûsyayê de ye.”