Macron dema serdana Serok Barzanî bi malbata sehîd Hucam Surçî re hat ba hev
PeyamaKurd – Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, îro 29ê Tebaxa 2021ê piştî ji ser Hewlêrê serdana Mûsilê kir car din vegeriya paytext Hewlêrê û bi serokatiyên Kurdistanê re civiya.
Macron piştî civîna ligel serokatiyên Herêma Kurdistanê serdana Serok Barzanî kir.
Dema serdana Serok Barzanî, Serokê Fransayê Macron bi malbata Pêşmergeyê şehîd Hucam Surçî ku bi destê terorîstên DAIŞê bi awayî dirindane hatibû şehîd kirin re re hat ba hev.
Kurê şehîd Hucam Surçî Omer Hucam beriya serdanê ji medya Kurdistanê re ragihandibû ku ew dê digel dayik û xwişk û birayên xwe bi serokomarê Fransayê Emmanuel Macron re bicivin.
Hucam got: “Bavê min canê xwe ji bo ax û kerameta herêma Kurdistanê feda kir. ji ber wê di vê civîna îro de jî em ê daxwaz ji serokê Fransayê bikin ku piştevaniyê li hêzên Pêşmerge û herêma Kurdistanê bike. Eger ew piştevaniya netewa Kurd û herêma Kurdistanê berdewam bin, wê demê dê ruhê bavê min û hemû şehîdên Kurdistanê wê aram be.”
Hucam Ebdulrehman Xidir Surçî di sala 1970yî de li gundê Berdesor ê bajarokê Ruvya yê qezeya Berdereş a Duhokê ji dayik bûye. Sala 1991ê bûye Pêşmerge û 25ê Çileya 2015an jî piştî hatibû revandin, bi destê terorîstên DAIŞê bi awayekî hovane hatibû şehîd kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin