Macron: Trump û Rûhanî dikarin li New Yorkê bicivin!

25 September 2019 20:22 0 dîtin
Macron: Trump û Rûhanî dikarin li New Yorkê bicivin!

PeyamaKurd - Serokomarê Fransa Emmanuel Macron dîyar kir ku ji bo destpêkirina danûstandinên navbera Washington û Tehranê şert çêbûne û got, Ruhanî niha li New Yorkê ye û ji bo hevdîtina Trump û Ruhanî ev fersendeke baş e.

Macron li New Yorkê ragihand ku piştî ew bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re kom bûye, bi Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî re civîyaye û bal kişand ser ku di navbera Washington û Tehranê de metirsîya pevçûnê heye ku êdî dem hatiye her du alî dest bi danûstandinan bikin.

Serokomarê Fransa Macron di gotara xwe ya li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de got ku Trump dixwaze Tehran bernameya atomî biterikîne û Tehran jî dixwaze ku Washington dorpêçên aborî yên dijî wê rake.

Macron herwiha anî ziman ku Ruhanî li New Yorkê ye û ji bo hevdîtina Trump û Ruhanî ev fersendeke baş e.