Macron û Trump der barê êrîsa kîmyayî ya li Sûriyeyê de axivîn
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Serokomarê Fransayê Emannuel Macron û Serokê Amerîkayê Donald Trump peywendiyek bi telefonê pêkanîne, hat diyarkirin ku Macron û Trump êrişa kîmyayî ya dijî Dûmayê şermezar kirin.
Herwiha Serokomarê Fransayê Macron û Serokê Amerîkayê Trump, di peywendiya xwe de êrişa kîmyayî ya ku li Sûriyeyê hat kirin, şermezar kirin û herwiha herdu serokan biryar wergirt ku di nava 48 saetan da cardin bi hev ra peywendiyê daynin û telîmat dan rayedaran da ku lêkolînên xwe yên der heqê êrişê da berfirehtir bikin
Di daxuyaniya nivîskî ya Qesra Serokomariya Fransayê Elyseeyê de bal kişand ser, ku Macron êrişa kîmyayî ya di 7ê nîsanê da li Xûtaya Rojhilat li dijî gel hat kirin, bi awayekî herî tund şermezar kir.
Herwûsa hat balkişand ku Macron û Trump analîz û zanyariyên li cem xwe yên ku êrişa kîmyayî piştrast dikin, bi hev ra parve kirin û telîmat dan ekîbên xwe da ku di rojên pêşiya me da parvekirina analîz û zanyariyan zêde bikin.
li ser peywendiyê hat diyar kirin ku herdu serokan biryar wergirt ku li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ku wê îro bicive, ji bo şermezarkirina binpêkirina biryara 2401ê û dubare emilandina çeka kîmyayî, înîsiyatîf û çalakiyên xwe bi awayekî hevbeş bidomînin û di vê çarçoveyê da herdu serokan li ser wê yekê li hev kirin ku di nava 48 saetan da careke din peywendiyê daynin.
Di daxuyaniya Elyseeyê da nehat destnîşankirin ku bê ka yê ku êrişa li Xûtaya Rojhilat kir, kî ye.
Li Sûriyeyê li navçeya Dûmayê ku li Xûtaya Rojhilat ciyê dawîn e ku di kontrola mixalifan da ye, rejimê bi çeka kîmyayî êrişî warê sivîlan kiribû û 78 sivîl hatibûn kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin