Macron û Zelenskiy, rewsa dawî ya ser nirxand
PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya ku ji Koşka Elyeseeyê hat ragihandin, Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, bi rêya telefonê ligel Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy re axiviye. Hat diyarkirin ku di axaftinê de li ser hin pêşniyazan guftûgo hatine kirin.
Li gorî hat ragihandin, Emmanuel Macron di serî de piştgiriya xwe ya ji bo pêşniyazên formula aştiyê ya Ukraynayê ku ji 10 xalan pêk tê, ragihandiye û herdu rêberan, li ser rewşa dawî ya şerê navbera Rusya û Ukraynayê, guftûgo kirine.
Di daxuyaniya Elyseeyê de hat eşkerekirin ku Macron hevgirtina Fransayê ya bi Ukraynayê re nû kiriye û daye li ser amadekariyên konferansa piştevaniya bi gelê Ukraynayê re û ji nû ve avakirina Ukraynayê ku dê di 13ê Kanûnê de li Parîsê bê lidarxistin, agahî dane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin