Maduro, bertek nîsanî rêberên Ewropî da
PeyamaKurd- Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro, nerazîbûn nîşanî biserneketina rêberên Ewropî û hin dezgehên ragihandinê yên li hember şewitandina Qurana Pîroz da.
Nicolas Maduro, bernameyeke televîzyonê de bal kişand ser rewşa dawî ya êrîşên li dijî nirxên Îslamê tên kirin û diyar kir ku kesên ku li Ewropayê şewitandina pirtûkên pîroz qebûl dikin û ji ber bêdengiya xwe nerasterast tevlî van êrîşan dibin.
Maduro di dewama axaftina xwe de got, “Dema ez şewitandina Quranê dibînin, ez nerazîbûna gelên misilman di dilê xwe de hîs dikim.”
Maduro rexne li medyaya ji ber neşopandina mijarê kir û destnîşan kir ku ew sûcên nefretê yên li dijî Mislimanan û çalakiyên rastgirên tundrew û derdorên nijadperest" ên ku Quranê li Ewropayê dişewitînin "bi tundî şermezar dike.
Li gorî nûçeya Sputnikê Maduro got ku “Ez wekî Xiristiyanek ji xwe dipirsim, heger Încîl li welatekî din bihata şewitandin, me yê çi hîs bikira?”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin