Malbatên Senyasar û Yildiz li hev hatin: Roja Yeksemê xwarina astiyê didin

24 October 2024 17:37 0 dîtin
Malbatên Senyasar û Yildiz li hev hatin: Roja Yeksemê xwarina astiyê didin

PeyamaKurd - Malbatên Şenyaşar û Yildiz ku 14ê Hezîran a 2015an, li navçeya Sirûcê ya Rihayê, di pevçûnekê de 4 kes ji hevdu kuştibûn, piştî ku kurê Emîne Şenyaşar, Fadil Şenyaşar û kesên din piştî 6 salan ji girtîgehê hatin berdan, li hev hatin.

14ê Hezîrana sala 2018an beriya hilbijartinan bi 10 rojan dema bangeşeya hilbijartinan Hecî Eswet Şenyaşar, kurên wî Adil û Celal li navçeya Sirûcê ya Rihayê di pevçûnekê de, ji aliyê zêrevan û xizmên Parlamenterê berê yê AK Partiyê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn kuştin.

Di heman bûyerê de birayê Yildiz, Mehmet Şah Yildiz jî hatibû kuştin.

Emîne Şenyaşar 6 sal in nobeda edaletê digirt û dixwest kurê wê Fadil bê berdan. Piştî ku kurê wê û kesên malbata Yildiz hatin berdan, malbata Şenyaşaran li Sirûcê îro taziye danî.

Herwiha hevdem siyasetmedarên AK Partî û DEM Partiyê bi herdu malbatan re hatin ba hev û hate ragihandin ku herdu malbat li hev hatine.

Biryar e bi navbeynkariya DEM Partiyê û AK Partiyê roja vê Yekşemê her du malbatên xwîniyên hev xwarineke aştiyê bidin û lihevhatina xwe ragihînin.

Li gorî zanyariyan, wê Alîkarê Serokomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz, Serokwekîlê Parlamentoyê yê AK Partiyê Bekir Bozdag, Serokwekîlê Parlamentoyê yê DEM Partiyê Sirri Sureya Onder û Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk jî beşdarî xwarina aştiyê dibin.