Rojava | SOHR: Bi sedan malbatên DAISê yên girtî hatin berdan

27 November 2019 18:10 0 dîtin
Rojava | SOHR: Bi sedan malbatên DAISê yên girtî hatin berdan

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê di çarçoveya rêkeftineke ligel eşîrên ereban de, 110 malbatên DAIŞê yên li Kampa Holê girtîbûn berdan.

Rawengeha Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê 110 malbatên DAIŞê, yên ku di kampa Holê ya bajarê Hesekê de dihatin girtin berdane.

SOHRê herwiha da zanîn ku berdana wan malbatan di çarçoveya rêkeftina navbera Rêveberiya Rojava û eşîrên ereb de pê hatiye.

Herwiha li gorî hin zanyariyan jî hejmara girtiyên ku hatine berdan, li dor 400 kesî ne.