Malikî: Dibe ku Iraq tevlî serê cîhanê yê nû bibe

07 April 2024 10:41 0 dîtin
Malikî: Dibe ku Iraq tevlî serê cîhanê yê nû bibe

PeyamaKurd – Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnû ê Serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî got ku dibe şerê Xezzeyê berdewam bike û şerê sêyem ê cîhanê bi xwe re bîne û Iraq jî tevlî şer bibe.

Malikî di merasîma li Bexdayê ya Roja Şehîdên Kurdên Feylî de, bal kişandiye ser ku herêm û cîhan rûbirûyî şerekî gelekî xeter e.

Malikî gotiye, “Dibe ku em hatine qonaxa şerekî heta hetayê dewam bike, lê divê ev şer veguhere şerekî ku Iraq jî tevlî bibe.”

Hêjayî gotinê ye, piştî êrîşa Hemasê ya 7ê Cotmeha 2023yan bi ser Îsraîlê de, Îsraîlê ji wê demê ve şerekî mezin li Xezzeyê daye destpêkirin û heta niha tevî wêraniyeke mezin bi deh hezaran kesan jî can daye.