Petraeus: Dibe ku Amerîka rasterast tevlî serê Ukraynayê bibe!

23 October 2022 11:34 0 dîtin
Petraeus: Dibe ku Amerîka rasterast tevlî serê Ukraynayê bibe!

PeyamaKurd – Serokê berê yê Îstixbarata Navendî ya Amerîkayê (CIA) David Petraeus di hevpeyvînekê de, îdia kir ku heger Rûsya di çarçoveya şerê Ukraynayê de êrîşî ser welatên endamên NATOyê bike, wê Amerîka rasterast beşdarî nav şerê Ukraynayê yê dijî Rûsyayê bibe.

David Petraeus, di hevpeyvîna heftenameya Fransî L'Express de gotiye, "Xeta sor a NATOyê xala 5an e. Heger êrîşek li dijî endameke NATOyê bibe, difikirim ku wê bi giştî di çarçoveya xweparastina cewherî de bersiv bê dayîn.”

Herwiha Petraeus li ser rewşa niha ya Rûsyayê jî daye zanîn, heger êrîşên Rûsyayê bi awayekî çalak berdewam bikin, wê Amerîka û hevalbendên xwe, bertekê nîşan bidin û wê ev bersiv jî ne di bin banê NATOyê de be, lê bi seroktiya Washingtonê bi hêzên navdewletî pêk were.