Amerîka: Dibe ku Îran rasterast tevlî pevçûnan bibe!
PeyamaKurd- Şêwirmendê Asayîşa Neteweyî ya Amerîkayê Jake Sullivan, ji televîzyona CBSê ya Amerîkayê re axivî û şerê Îsraîlê yê li dijî Xezayê nirxand.
Jake Sullivan bal kişand ser hegera şerekî nû yê li ser sînorê Îsraîl û Lûbnanê û got, "Em nikarin hegera ku Îran bi awayekî rasterast têkeve nav pevçûnan piştguh bikin. Divê em ji her xetereyê re amade bin. Ev yek metirsî ye û me ev ji destpêkê ve li ber çavan girtiye."
Sullivan bal kişand ser biryara Amerîkayê ya şandina 2 keştiyên balafiran a ji bo herêmê û wiha got:
"Ji ber vê yekê Serokê Amerîkayê bi lez û bez tevdigere ku keştiyeke balafiran bişîne rojhilatê Deryaya Spî û keştiyeke balafiran jî bişîne Kendavê. Yên ku dixwazin vê rewşê bi kar bînin, li dijî her dewlet û aktorekî peyameke gelek zelal şand."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin