Amerîka: Em rasterast tevlî serê Hamasê û Israîlê nabin
PeyamaKurd – Koçka Spî diyar kir, bi rengekî rasterast tevlî şerê Hamasê û Israîlê nabin.
Berdevkê Civata Ewlehiyê ya Koçka Spî John Kirby da zanîn, ti pilaneke wan ji bo tevlîbûna şerê navbera Bizava Hamasê û Supayê Israîlê bi rengekî rasterast tune, lê wê bi hemî awayan li ser alîkarîkirina Israîlê berdewam bin.
Li gor John Kirby di daxuyaniyeke rojnamevanî de eşkere kir, ji ber alozî û êrîşên Hemasê bo ser Israîlê nîgeran in, dibe gefa paşerojê bo ser Israîlê ji Libnanê be.
Li ser şandina keştiya balafirhelgir a Gerald Ford bo Deryaya Naverast, Berdevkê Civata Ewlehiyê ya Koçka Spî destnîşan kir, armanc ji şandina wê parastina ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin