Îdia: Dibe ku Amerîka jî tevlî ser bibe!
PeyamaKurd- Dîrektorê Berê yê Teşkîlata Îstîxbarata Navendî ya Amerîkayê (CIA) David Petraeus îdia kir ku dibe hêzên Amerîkayê jî tevlî pevçûna li Ukraynayê bibin.
David Petraeus, bi rêya rojnameya Fransiz L’Expressê ragihand ku heger heye Amerîka jî hêzên xwe tevlî şerê navbera Rusya û Ukraynayê bike. Petraeus di axaftina xwe de bal kişand ser xalên peymana NATOyê û got,
“Ez wisa difikirim ku dema êrîş li welatekî NATOyê bê kirin, xala 5emîn a peymana tifaqê ku ji bo NATOyê xeta sor e, rasterast bi berpirsiyariya xweparastina giştî ve pêwendîdar e.”
Patraeus diyar kir ku di hegera dewama çalakiyên Rusyayê de Amerîka û welatên ligel, dê bi awayekî berteka xwe nîşan bidin lê belê ne di bin sîwana NATOyê de, dibe ku di bin rêbertiya Washingtonê de bi awayê hêza pir-netewe êrîşê bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin