Mazlûm Ebdî: Agirbest çêbibe em dikarin ji Kobaniyê vekisin!

20 December 2024 09:13 0 dîtin
Mazlûm Ebdî: Agirbest çêbibe em dikarin ji Kobaniyê vekisin!

PeyamaKurd – Fermandarê HSDê Mazlûm Ebdî got, "Êdî dem hatiye ku şervanên ne Sûriyeyî vegerin herêmên xwe."

Hêzên Sûriya Demokratîk (DSG) ku pişta wê ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve hatiye avakirin, pêşniyar kir ku eger agirbest bi Tirkiyê re were kirin, çekdarên ne Sûrî ji wî welatî vekişin.

Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî ji ajansa nûçeyan a Reutersê re axivî û pesna alîkariyên şervanên ji derveyî Sûriyê di şerê li dijî DAIŞê de bi pêşengiya Amerîkayê di deh salên dawî de da û got ku dem hatiye ku ew vegerin malên xwe.

Ebdî diyar kir ku di sala 2014an de yekem car şervanên Kurd ji Tirkiye, Iraq û Îranê derbasî Sûriyê bûne û alîkariya derxistina DAIŞê ji Kobanî kirine û beşek ji wan weke Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê piştî şerê Kobanî vegeriyane welatê xwe.

"Hinek wek şervanên Partiya Karkeran (PKK) xwestin şerê me bi me re berdewam bikin heta ku DAIŞ bi temamî were jinavbirin. Piştî ku DAIŞ di sala 2019an de hat têkbirin, hinek jî vegeriyan herêmên xwe. Lê ji ber ku şer dewam dike û li herêmê hîn di xeterê de ye, hinekan biryar da ku li cem me bimînin û alîkariyê bikin. Hinek ji wan di saziyên sivîl de, hinek di saziyên leşkerî de ne."

Bi vî awayî, HSDê yekem car piştrast kir ku şervanên Kurd ji derveyî Sûriyê, di nav wan de PKK, ji bo piştgiriyê derbasî wî welatî bûne. Tevî ku Ebdî li xwe mikur hat ku şervanên PKK ji bo alîkariyê hatine Sûriyê, lê wî got ku ti pêwendiya HSDê bi PKK re nîne.

"Em li Sûriyê derbasî qonaxeke siyasî dibin"

Ebdî diyar kir ku eger bi Tirkiyeyê re agirbest çêbibe, wê demê dema vegera çekdarên neSûriyeyî hatiye û got, "Li Sûriyeyê rewşeke cuda heye. Em niha derbasî qonaxeke siyasî dibin. Divê Sûriyeyî pirsgirêkên xwe di nava xwe de çareser bikin. Ji ber pêşketinên nû em li dijî me di nava şer de ne."

Pêşniyara vekişîna ji Kobanî

Ebdî diyar kir ku Tirkiye û komên Sûriyeyî yên ku Tirkiye piştgiriya wan dike, xwe amade dikin ku êrîşî bajarê Kobanî bikin, Ebdî pêşniyar kir ku hêzên HSDê ji herêmê vekişin. Ebdî diyar kir ku eger "agirbesteke tam" çêbibe, dibe ku Kobanî radestî hêzên ewlekariya Sûriyeyê were kirin û leşkerên Amerîkayê jî dikarin herêmê bişopînin.

Fermandarê HSDê got, "Heke ji aliyê din ve êrîş were kirin, em amadekariyên xwe dikin da ku êrîşan bişkînin."