Mazlûm Ebdî têkildarî agirbestê daxuyanî da

18 December 2024 09:59 0 dîtin
Mazlûm Ebdî têkildarî agirbestê daxuyanî da

PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî diyar kir ku ew amade ne ku pêşniyara avakirina "herêma bêçek" li Kobanî bikin.

Mazlûm Ebdî di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî X (Twittera berê) de wiha got: "Em ê îradeya xwe ya ji bo pêkanîna agirbesteke berfireh li seranserê Sûriyeyê bidomînin. Em amade ne ku pêşniyara avakirina herêma bêçek li Kobanî bikin. Armanca vê însiyatîfê çareserkirina kêşeyên ewlehiyê yên Tirkiyeyê û dabînkirina îstiqrara daîmî ya li herêmê ye."

Fermandarê leşkerî yê Heyet Tehrîr Şam Murhef Ebû Qesra (Ebû Hesen Humawî) îro Sêşemê 17ê Kanûna 2024ê di daxuyaniya xwe de ragihand, ew federalî û parçebûna Sûriyê red dikin.