Mazlûm Ebdî: Elî Qazî heya bi henaseyên xwe yên dawiyê bi Soresa Rojava re bû

11 July 2022 13:03 0 dîtin
Mazlûm Ebdî: Elî Qazî heya bi henaseyên xwe yên dawiyê bi Soresa Rojava re bû

PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî li ser wefata kurê Qazî Mihemed, Elî Qazî peyamek belav kir û diyar kir: “Elî heya bi henaseyên xwe yên dawiyê bi Şoreşa Rojava re bû.”

Di peyama xwe de diyar kir: “Min bi xemgîniyeke mezin agahiya koça dawî ya hevalê ezîz Elî Qazî Mihemed bihîst. Elî heya bi henaseyên xwe yên dawiyê bi Şoreşa Rojava re bû.”

Di berdewamiyê de got: “Serê malbat û gelê Kurd sax be. Ruhê te şad be Eliyê qedirbilind û xeyalên te dê hertim bi gelê Rojava re sax bin. Em ê te jibîr nekin.”