Mazlûm Ebdî: “Têkiliya me bi teqîna TUSASê re tune ye!”

26 October 2024 14:32 0 dîtin
Mazlûm Ebdî: “Têkiliya me bi teqîna TUSASê re tune ye!”

PeyamaKurd –  Li gorî Ajansa Nûçeyn a Northê radigîhîne, fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, îro bi daxuyaniyekê red kiriye ku têkiliya wan bi teqîna TUSAŞa Enqereyê re heye.

Mezlûm Ebdî gotiye, “Ez bi awayekî kategorîk red dikim ku hêzên me beşdarî vê operasyonê nebûne. Ji xaka me tu kes neketiye nava axa Tirkiyê û dewleta tirk jî nikare tu delîlan bide ku îdiayên xwe îspat bike .”

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan roja înê ragihandibû ku êrîşa vê dawiyê ya Enqereyê ya ku şirketa esmanî û berevaniyê ya Tirkiyê TUSAŞê kiribû armanc, ji aliye wan kesan ve hatiye kirin ku ji Rojavayê Kurdistanê derbasî nav xaka wan bûne.

Ebdî daye zanîn ku Tirkiye, ji bo têkbirina ewlekarî û aramiya herêmê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev 4 roj in êrîşên bêperwa pêk tîne.

Wî her wiha li ser êrîşên Tirkiyeyê aniye zimên ku, “Ev êrîş li dijî hêzên leşkerî, binesaziya bingehîn, tesîsên xizmetguzariyê û qadên sivîlan tên kirin ku di encamê de 17 sivîl mirin, ji wan tenê 2 leşker, 48 kes jî birîndar bûne.”

Fermandarê Giştî yê HSDyê, Mazlûm Ebdî tekez kiriye ku êrîş ne tenê li ser leşker û sivîlên wan in, lê herwiha li dijî Hevpeymanê ne jî ku di nav de hêzên Hevpeymaniya Cîhanî ya bi serokatiya Amerîka û Rûsya jî cih digirin.”

“Helwestên van partiyan têrê nake, divê zêdetir zextê li dewleta Tirk bikin da ku dev ji êrîşên xwe berde.”