Medyaya Iraqê: Mazlûm Ebdî ji teqîna Silêmaniyê rizgar bû

08 April 2023 10:00 0 dîtin
Medyaya Iraqê: Mazlûm Ebdî ji teqîna Silêmaniyê rizgar bû

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li nêzî têlên Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê teqînek çêbû.

Asayîşa Balafirxaneya Navdewletî ya Silêmaniyê diyar kir, li nêzîkî têlê Balafirxaneya Silêmaniyê teqînek çêbûye.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, teqîn di saet 16:18an de pêk hatiye û ti ziyanên canî çênebûne. Hat ragihandin, derbarê bûyerê de lêpirsîn berdewam dike.

Medyaya Iraqê ragihand, Mazlûm Ebdî ji kuştina teqîna Silêmaniyê rizgar bûye.

Russia Today îdia, sedema teqînê ew e ku balafirên bêmirov ên artêşa Tirk Fermandarê HSDê Mazlûm Ebdî kirine armanc.