Mazlûm Ebdî bi peyamekê pistgiriya xwe ji Iraqê re nîsan da

26 April 2021 11:05 0 dîtin
Mazlûm Ebdî bi peyamekê pistgiriya xwe ji Iraqê re nîsan da

PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî, derbarê şewata li nexweşxaneya Îbin El-Xetîb a li Bexdayê de, bi peyamekê piştgiriya xwe ji Iraqê re nîşan da û sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî, peyamek li ser Tiwîttera xwe di derbarê şewata li nexweşxaneya Îbin  El-Xetîb a li paytexta  Iraq Bexdayê de ku di encamê de zêdetirî 82 kesan jiyana xwe ji dest da û 110 kesên din jî birîndar bûn belav kir û diyar kir: "Me bi xemgînî bûyera bi êş a li nexweşxaneya Îbin El-Xetîb a li Bexdayê bihîst, li ser vê yekê em piştgiriya xwe ya ji Iraqê re nîşan didin, sebir û sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û şîfaaya lezgîn ji birîndaran re dixwazin."

Li nexweşxaneya Îbin Xetîb, ji ber teqîna tûpekî oksîjenê agir li nexweşxaneyê derket û di encamê de, 82 kesan can dan û bi sedan kes jî birîndar bûn.