Mazlûm Ebdî bi peyamekê bang li welatên cîhanê dike
PeyamaKurd – Ji bo welatiyên xwe ji kampa Holê vegerînin welatê xwe, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî bi peyamekê bang li welatên cîhanê dike.
Hêzên HSD asayiş û YPGê, ji ber zêdebûna kiryarên kuştina koçberan di kampa Holê de, do dest bi operasyoneke berfireh di nava kampê de kirin, Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî li ser Twitterê, di derbarê wê de peyamek belav kir û got: “Hêzên me ji bo girtina sûcdarên DAIŞ'ê û parastina sivîlan, li kampa Holê dest bi operasyoneke ewlehiyê kir.”
Mazlûm Ebdî herwiha diyar kir: “Em bangawaziya xwe ji welatên derve re nû dikin ku welatiyên xwe vegerînin welatê xwe û alîkariya mirovî zêdetir pêşkêşî kampa Holê bikin, da ku rewş û aramiya kampê baştir bibe.
Di operasyona do ya HSDê di nava Kampa Holê de, 9 kes hatin desteserkirin, yek ji wan serkirdeyekî DAIŞê yê bi navê Ebû Seid El-Iraqî bû.
Kampa Holê li bajarê Heseke ye û yek ji mezintirîn kampên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ye. Niha li gorî rayedarên Neteweyên Yekgirtî 62 hezar kes lê dijîn û piraniya wan jin û zarokên DAIŞê ne.
Li gor Berdevkê Fermî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elî El-Hesen, haletên kuştinê di nava kampê de zêde bûne û ji destpêka îsal û heta niha DAIŞê 47 kes di hundir kampê de kuştine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin