Me biryarê da ku konsulxanê ji Hartûmê bibin Port Sûdanê

06 May 2023 21:10 0 dîtin
Me biryarê da ku konsulxanê ji Hartûmê bibin Port Sûdanê

PeyamaKurd – Li ser ku bi çekan êrîşê ser ereba serkonsulê Tirkiyê yê Sûdanê İsmail Çobanoğlu kiribûn, wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu ragihand ku wezaret biryarê daye ku konsulxaneya xwe ji Hartûma Sûdanê bibin Port Sûdanê. Li ser mijarê Çavuşoğlu got:

“Me biryarê da em konsulxana xwe bibin Port Sûdanê. Di êrîşê de birîndarî tine. Di erebê de xesar heye. Ji bo em bizanibin kî kiriye, bi her dû terefan re hevdîtinên me dewam dikin. Ez bi telefonê bi serkonsulê me re axifîm. Bila kes endişe neke. Hevalên me ji wê derê çûn ciyekî dinê.

Li Hartûmê şer di nav bajêr de, di navbera artêşê û muxalefetê de, di kuçe û kolanên ku serkonsulxana me jî li wê derê ye, dewam dike. Ji bo hemwelatiyên me gelek zahmet bû ku werin konsulxanê. Agirbes dibe lê şer dewam dike û her dû teref hev sûcdar dikin. Bi şîreta hukumeta demkî, me biryarê da ku em konsulxaneya xwe bibin Port Sûdanê.

Serkonsulê me İsmail Çobanoğlu, bi artêşê û Desteka Lezgîn re hevdîtin kir. Alîkarî kirin lê dema ketin kuçê bi çekan li wan xistin. Hêzên me yên taybet jî li wir hene. Tiştek bi kesî nebûye.

Eger hemwelatiyên me bixwazin, weka berê me çawa destekê daye wan, em ê car din bidin. Niha girînge ku alavên xwe ji wê derê hilînin û bi ewlehî ji wê derê derên. Em dişopînin.”