‘Me hist ku hêzên Esed bikevin herêma Kurdan û em vedikisin’

04 January 2019 18:01 0 dîtin
‘Me hist ku hêzên Esed bikevin herêma Kurdan û em vedikisin’

PeyamaKurd – Fermandarê malnişîn ê Amerîkî Douglas MacGregor ji Fox Newsa Amerîkî re daxuyakirin, dê vekişîna Amerîkayê ya ji Sûriyê, Rûsyayê neçar bike ku ji di nav hevpeymanên xwe yên Sûriye, Tirkiye û Îranê de hilbijartinê bike.

MacGregor herwiha got ku divê bilez hêzên Amerîkî ji wir derkevin, lewra Tirkiye tevî bi hezaran leşkerên xwe amadekariya êrîşa ser Kurdan dike û diyar kir, “Me hişt ku hêzên hikûmeta Sûriyê bikevin vê herêmê û em vedikişin.”

MacGregor ji bo rewşa Rûsyayê ya li Sûriyê destnîşan kir, "Rûsya ev demeke dirêj e bi aliyên Îran, Tirkiye û Sûriyê re di nav pêwendiyan de ye. Lê belê vekişîna Amerîkayê dê zorê bide Rûsyayê ku di nav hevpeymanên xwe hilbijartinê bike.”

MacGregor bi bîr xist, “Heger Pûtîn destûrê bi de Tirkiye bikeve Sûriyê, dê hevpeymanîbûna xwe ya bi Sûriye û Îranê re ji dest bide”.