Medvedev: Em ê çekên nukleerî bi kar bînin
PeyamaKurd- Alîkarê Serokê Konseya Ewlekariyê ya Rusyayê Dmitri Medvedev, li ser şerê Rusya û Ukraynayê daxuyanî da.
Dimitri Medvedev, di daxuyaniyê de bal kişand ser siyaseta NATOyê û got, "Heger êrîşa ku ji aliyê NATOyê ve tê piştgirîkirin, serkeftî be; wê demê em neçar in ku çekên nukleerî bi kar bînin."
Medvedev, di derbarê êrîşa li dijî Moskowê ku di saetên borî de cara duyemîn bû hedefa balafirên bêmirov ên Ukraynayê de jî got,
“Heger berdewamiya dijberiya Kievê bi ser bikeve, dê Moskow neçar bimîne çekên nukleerî bi kar bîne. Bifikirin ku heger êrîşa bi piştgirîya NATOyê serkeftî be û beşek ji xaka me bişikînin, wê demê li gorî rêzikên biryara serokê Rusyayê, em neçar in ku çekên nukleerî bi kar bînin. Ji ber vê yekê divê dijminên me ji bo serkeftina şervanên me dua bikin.”
Medvedev di berdewama daxuyaniyê de îdia kir ku leşkerên Rus ji bo pêşîgirtina pêketina agirekî nukleerî ya cîhanî şer dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin