Medya Amerîkî: Amerîka wê 150 leskerên din bisîne bakurê Sûrîyê
PeyamaKurd - Rojnameya New York Times (NYT) a Amerîkayê dîyar kir ku Wezareta Brevanî ya Amerîka (Pentagon) dê 150 leşkeran bişîne rojhilata bakurê Sûrîyê.
NYT da zanîn ku ew leşkerên Amerîkî dê bi leşkerên Tirkiyê re bixebitin.
Li gor nûçeyê, Amerîka bi vê gavê hewil dide ku girjîya bi Tirkîyê re ya ji ber hevkarîya bi Yekîneyên Parastina Gel (YPG) re çêdibe kêm bike.
Serokê Dewleta Amerîka Donald Trump di meha berfanbarê de dabû zanîn ku ewê leşkerên Amerîkayê ji Sûrîyê vekişînin.
Rojnameyê bal kişand ku ew biryara Trump bi awayekî demkî hatiye rawestandin ku li Sûrîyê niha bi qasî 1000 leşkerên Amerîka hene.
New York Times bi berdewamî dîyar kir ku Tirkîye gefan dixwe ku li bakurê Sûrîyê dijî kurdan operasyonekê çêke û da zanîn ku Amerîka dixwaze ku rê li ber vê bigire.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin