Medya Amerîkayê: Li Kabîlê 4 leskerên Amerîkayê hatin kustin û 4 birîndar hene
PeyamaKurd – Medya Amerîkayê binkeya nûçeya xwe birin ser rêvebirên Amerîkayê û ragihandin ku di êrîşa balafirgehê de 4 leşkerên Amerîkayê yên deryayê hatine kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne. Her weha şahidên bûyerê ragihandine ku gelek kesên dixwestin xwe bigihînin balafirgeha Kabîlê jî jiyana xwe ji dest dane.
Wezareta bergiriyê ya Amerîkayê Pentagonê jî ragihand ku hinek leşkerên Amerîkayê jiyana xwe ji dest dane.
Îro di heman wexetê de li du ciyan teqîn çêbûye û televizyona Al-Jazeera jimara miriyan 25 û ya birîndaran 90 ragihandiye.
Berdevkê Talîbanê Zabihullah Mucahid di ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihandiye ku Talîban bi tundî êrîşê şermezar dike û bûyer li devera di bin kontrola Amerîka de çêbûye.
Associated Press jî ragihandiye ku rêvebirekî Amerîkayê ragihandiye ku ew baş dizanin êrîş ji aliyê DEAŞ ê de hatiye kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin