Medya erebî cihekî fireh da serdana Serokwezîr Barzanî ya Îmaratê
PeyamaKurd - Serdana fermî ya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo Îmarata Erebî di medya Erebî de cihekî berfireh girt.
Di medya Îmarat û welatên Kendavê de, bi girîngî û bi awayekî berfireh behsa Mesrûr Barzanî hat kirin ku serdan ji aliyê aborî û veberhênanê ve ji bo Herêma Kurdistanê û Îmaratê xwedî roleke girîng e.
Di medya Erebî de hat diyarkirin, herdu aliyan fikr û ramanên xwe li ser rewşa Rojhilata Navîn anîne ziman.
Ajansa nûçeyan a Îmaratê "Wam" jî ragihandiye: Şêx Mihemed Bin Zayed pêşwazî li Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir û destnîşan kir ku di hevdîtinê de li ser rewşa Rojhilata Navîn û aramiya navçeyê herdu aliyan gotûbêj kirin.
Rojnameya El Eyn jî di raporta xwe de gotiye: Mesrûr Barzanî û Şêx Mihemed Zayed nêrînên xwe li ser geşedanên Rojhilata Navîn anîne ziman û bi girîngî behsa hemahengiya navbera herdu aliyan kirine.
Malpera Marsal Qatar jî hevdîtina Mesrûr Barzanî û Şêx Mihemed Zayed weke pêşveçûna aramiya Rojhilata Navîn û geşbûna navbera her du gelan nirxand.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin