Medya Amerîkî û Brîtanî cihekî fireh dan serdana Pence a Kurdistanê

24 November 2019 15:39 0 dîtin
Medya Amerîkî û Brîtanî cihekî fireh dan serdana Pence a Kurdistanê

PeyamaKurd – Serdana nişkave ya Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence bo Hewlêrê ku doh bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrur Barzanî û rayedarên din ên Kurdistanê re hevdîtin pêk anîbû, ji aliyê medya Amerîkî û Brîtanî ve bi girîngî hat nirxandin.

Medya cîhanî wekî manşet serdana Pence a Kurdistanê belav kirin û hevpeymanîbûna Amerîka û Kurdistanê ya bihêz bibîr xistin.

Reuters: Piştî biryara vekişîna leşkerî ji Sûriyê Mike Pence ji bo piştgiriya Kurdan û aloziyên li Iraqê serdana bi rayedarên Kurd re hevdîtin pêk anîn.

Washington Post:

“Cîgirê Serokê ‎Amerîkayê Mike Pence geşteke neragihandî ji bo Iraqê pêk anî da ku Kurdên hevpeyman piştrast bike ji ‎hevpeymantiya Amerîka û Kurdistanê.‎”

New York Times serdana nişkave ya Pence bibîr xist û got:

“Li ‎Hewlêrê, rêzdar Pence ligel siyasetmedarên bihêz ên Kurd civiya ku kurapên hev in, Serokê Herêma ‎Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî.”

Bloomberg: “Pence serdana Iraqê kir ji bo piştrastkirina Kurdên ‎hevpeyman” û di berdewamê de jî dibêje:

“Barzanî ku xalîçeya sor ji bo Pence raxistibû, ragihandiye ku ‎‎“serdana Pence di vê dema taybet de gelekî girînge ji bo piştgiriya berdewam a we bo Kurdistan û ‎Iraqê.”‎

Rojnameya Herald a Brîtanî:

“Pence Kurdên Iraqê ji piştgiriyên Amerîkayê, piştrast dike.” 

‎Kovara The Week a Brîtanî:

“Di serdana ji nişka ve ya Iraqê de, destxweşiyê li Kurdan dike.”‎

Rojnameya The Guardian a Brîtanî:

“Serdana Pence ya Iraqê, ji bo piştrastkirina Kurdên ‎hevpeymanên Amerîkayê ye di şerê dijî DAIŞê de.”